Semsûr (tr: Adıyaman) bajarekî di bakurê Kurdistanê de ye. Semsûr di nav sinorên komara Tirkiyê de ye.
Bajar di nav parelelên 37° 25' û 38° 10' bakûr û merîdiyenên 37° 25' û 39° 15' rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Meletîyê, li rojava bi Maraşê, li başûr bi Rihayê û li rojhilat jî bi Amedê ve tê girêdan.
Pîvana erda bajêr 7614 km² ye. Belavbûna erdê li gora şeklê ser erdê wiha ye; deşt ji %10.7, zozan ji %3, plato ji %34.1 û çiya ji %52,2. Ji % 88 yê gel bi çandinîyê re mijûl dibe. Li herêmê genim, fistiqên şamî, tirî û tûtin herî pirtir tên çandin.
Li bajêr avhewa (îklîm) Behra Sipî serdest e. Havînan hewa germ û ziha û zivistanan jî sar û bi şilî û şepelî derbas dibe.
Navend (Semsûr) 285404
Çiyayê Reş (1115m), Çiyayê Boz (1200m), Çiyayê Borik (2110m), Çiyayê Nemrûd (2150m), Gordik (2206m), Dîbek (2549m), Çiyayê Spî (2551m)
Deşt li heremê kêm in, tenê deşta Kaxta (Kolik) û Semsûrê mezinbûna wan digihîje 800 km² yê.
Ferad, Sofraz, Kaxta û Aqsû çemên herî mezin in ku li herêmê diherikin. Li herêmê tenê çar golên biçûk hene. Di wan golan de mehsî jî tên girtin. Golbaşî (5km²), Azaplî (4km²), îneklî (3km²), Abdulherap (2.5km²)
Madenên herî pir ku li herêmê ji bin erdê dertên; sifir û krom in. Van salên dawiyê li herêmê damarên petrolê jî hatine dîtin.
Nifûsek mezin li bajêr haywanan xwedî dikin. Ji bilî heywanên kedî, di nava hudûdên herêmê de berazên kovî, werdekên kovî, û qazên kovî jî li dora golan peyde dibin. Ji bo nêçîra kewan herêm pir musaîd e.
Piraniya nifûsê musluman e , pir kêm xirîstiyan jî hene. Kurd (zaza û kurmanc) piraniya gelheyê (nufûs) tînin pê. Wekî din tirk jî li herêmê pir kêm hene.
Kutilkên dagirtî, ecîn (çiğ köfte), nahna kifte, kifta bi mast xwarinên herêmî e ku yên herî pir tên xwarin li herêmê.
Piraniya Semsûriyan êdî kincên modern li xwe dikin, lê li hinek deveran kincên mehelî jî tên li xwe kirin.
Zilam çakêtek li xwe dikin ku ji mû hatiye çêkirin û "saqo" tê gotin jê re. Jin jî fîstan yan jî "entarî" li xwe dikin. Milê fîstanên wan dirêj û yaxên wan jî vekirî ne. Bi fîstan re îşligekî dirêj li xwe dikin. Piraniya gel li herêmê gorên bi desta çêkirî dikin nigên xwe. Jin li pişta xwe kefiyekê girê didin ku jê re dibêjin "ben". Zilam şewqe yan jî kum , jin jî şarpeyekê didin serê xwe ku jê re dibêjin "terlig". Keçên ciwan porê xwe dirêj dikin û pazde girêkan davêjin porê xwe, ji girêkan re dibêjin "kezî".
Ji alî tarîxê ve bajar pir dewlemend e. Çiyayê Nemrûdê ciyê herî pir naskirî ye ku turîst ji her deverên dinyayê tên û çiya ziyaret dikin. Ciyên wek Golbaşî, Orenli û Başpinar jî ji bo ger û seyranan musaîd in.
Hisn-i-Mansûr (kela Mansûrê) navê herî kevn ê bajêr e. Piştî avabûna Cumhuriyeta Tirkiyê navê bajar bû Adiyaman. Bi kurdî jê re dibêjin Semsûr
Berî Îsa(zayîn)
Adıyaman (vilayət) | Adıyaman (Provinz) | Adıyaman Province | Adıyaman (provinco) | Provincia de Adiyaman | Adıyaman (province) | Adıyaman (tartomány) | Provinsi Adıyaman | Adıyaman (provincie) | Adıyaman (provins) | Adıyaman (il) | 阿德亚曼省