Sablax an jî bi farsî Mehabad (Mahabad) bajareka binavûdeng a Kurd li Iran, li başûrê Gola Urmiye yê, 1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Komara Îslamiya Îranêê li parêzgeha Azerbaycana Rojava û 162.434 kes lê dijîn (2005).
Agahiyên bingehîn
Mehabad navendeka mezin a
bêşesaziya çandinê ye. Ew li ser
rêdûran bi du bajarên din ên mezin ên bakurê xwe,
Tebrîz 300 km,
Urmiye 150 km, girêdayî ye. Mehabad navenda
deverê bi navê xwe ye. Wê di sala 2008 bi navê
Mahabad Petrochemical Company bêşegehek ji bo
hilberandina berên kîmyewî ji nefte were avakirin. Li Mehabadê
zankoyek heye:
Islamic Azad University von Mahabad.
Paytexta di dilan de
Mehabad navenda ramana dewleteka Kurd a serbixwe ye. Di sala
1946an de Mahabad paîtexta
Komara Kurdistan a Mahabadê, dewleteka serbixwe yê Kurd bû. Piştî
şerê dinê ê duwemîn artêşa Rus li Îranê mabû û nidihîşt Îran bikeve Kurdistan û Azerbaycanê. Di bin stara leşkerên Rus de Kurd serxwebûna xwe dan zanîn. Melle Mistefa Berzanî ji
Başûrê Kurdistan hat Mehabadê û bû berpirsiyarê berevaniya Mehabadê. Lê piştê 11 mehan, bi lîstikê
Brîtanya Gir artêşa Rus ji Îranê derket û rê ji leşkerê Îranê re vebû. Kurdên Mehabadê gotin „Faris xwîşk û birayên me ne, em bi wan re şer nakin.“ Fermandarên Îranê jî soz dabûn ku şer çênebe. Leşkerên Kurdan rê dan Farisan. Lê dema ku ew hatin, serê serokên Kurdan li
Meydana Çarçira lêxistin û
Komara Kurdistan a Mahabadê ji holê rakirin.
Mehabad sembola welatparêziya Kurdan e. Tê gotin, ku gelek Kurd Mehabad di dilê xwe de veşartî digirin; wê di dema pêşeroje de bibe paîtexta Kurdistan a Azad. Mehabad wek Amedê girîng e, hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo desthilatdaran. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistan Mesud Barzanî li vir bûye, merzelê bavê wî, Mele Mistefa Barzanî jî berê li wir bû.
Dîrok
Di salherzara yekan (b.z.) herêmê Mehabad navenda kayaniya
Mana bû. Ev di
dema Hesin de hêzek mezin li vî herêmî bûn. Têkiliyên wan bi
Asuriyan û bi gelên din li herêm hebûn.
Berî serokê Kurdên Mukrî Sultan Budaq Mehabad an jî bi navê din „Seblax“ () kir paytexta herêmên xwe, ew gundekî piçûk li Deşta Deryazê bû. Bi guman navê Sablakh ri rehên Mongolî ye. Di dema Sefawiyan de herêmê Mukriyan navenda berxwedana dijî Şah Ebbas ê 1. bû. Di salên 1609 û 1610 an de, di dema Şerê Dimdim pişta Emîr Xan Lepzêrîn girtin. Ew xanê Destê Zêrîn Fermandarê Biradostan bû. Dema ew dijî Ebbas binketin ewî komkujiyeka mezin li ser gelê bajarê anî. Pir Kurd hatin nefîkirine Xurusîn. Heta dawiya sedsala 19an Kurd li baja hukmkirin. Di şerê cîhanê ê yekan de Mehabad cîhê cengê Osmanî û Rûs bû. Di sala 1935 de leyiyek bajar rûxandin. Bajarê modern û nû li ser pelişên bajara kevn hat avakirin.
Di dema Şoreşa Îslamî ya Îranê de Mehabad û hin bajarên din, ji aliyê Artêşa Îranê hatin êrişkirin û bombe li ser wan hat barandin û hatin dagirkirin (Êlûn,1979). Kurd bi Humeynî di şer de bûn, ji ber ku wî xwemuxtarî nedixwast bide Kurdan. Humeynî dijî Kurdan Cîhad dayanîn û Êrişek giran bir ser wan.
Îro
Di sala 2005an de Hêzên Ewlwkariyê Îranê xortekî Kurd, Şwaneh Qaderî (26 s.) kuştin. Ev bû sedema serhildaneke mezin li Mehabad û paşê gihîşte bajarên din ên Kurdan li rojhilat. Gelek Kurd hatin kuştin. Hukumeta Îranê 100.000 leşker şand Kurdistanê, 3000î zaftir hatin Mehabadê. Wek li bajarên din ên Rojhilata Kurdistan li Mehabad jî Hukumeta Îranê zordariyê li ser Kurdan dike.
Arkeolojî
Derdora Mehabadê bi dewsên dîrokî, yên di dîrokê de dûr digihîjin, tije ye. Hin ji wan ta dama berî
Îslamê û
Xirîstiyaniyê diçin. Li nêzîkê gundê
Enderghaş di nav zinaran de gorşaneka ji dema
Sasaniyan heye. Ev bi navê
Faghrigha tê naskirin. Li pir cîhên wê
nepix û cîhên şinê hene.
Erdnigarî
Derdorê Mehabadê tije
kaniyan e. Ew û robara di nav bajarê re diherike sedemê hêşînahê û klîmake nerm in. Dibêjin kaniyên Mehabadê
dermanên pir nexweşiyan in. Berê her tiştî ew dermanê
nexweşiyên çerm in û ji bo sivikbûnê jî baş in.
Çand
Mehabad jî navendeka Kurdan a
Çand û
Wêje ye. Gelek
helbestvan û
nivîskar ji wir derketine;
Hejar (Ebdur-Rihman Şarfkandî) (1920-1990),
Hêmin (Syyîd Mihemmed Amînî Şêxo-al-Îslam Mukrî) (1920-1986),
Ebdur-Rihman Zabihî (1920-1980) û
Gîw Mukriyanî hinekên girîng in.Ferhenga yekemîn a Kurdî-Farisî Hejar nivîsî. Di
Komara Kurdistan a Mahabadê de navê „Helbestvanê Netewiyê Kurd“ li Hemîn hat dayîn. Berhemên wî yên bi
Zarava Mehabadî, ya ku zimanê wêje li rojhilata Kurdistan e, jê re bûn sedem.
bajar | Mehabad
Mahabad | Mahabad | Mehabad | Mahabad | مهاباد | Mahabad | Mehabad | Mahabad | Mahabad | Mahabad