Di nava sedsala 20 an de, piştî hukumeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistan a Mahabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo Kurdan bû tecrûbeyek duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mahabadê, feda kirin. Di 22'ê Çileya sala 1946'an de, berî 53 salan weke îro, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mahabad, Komara Mahabadê ji aliyê Qazî Muhammed ve hate îlankirin. 13 wezîrên ku di komara Mahabadê de cih girtin, piştî demekê Desturabingehîn a komarê zelal kirin. Komara Mahabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir-jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mahabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û Gel-jî, artêşa welêt sazkir. Hukumeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî-jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê-jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistan hate sazkirin. Jina Muhammed Qazî, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktif leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî-jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mahabad kin be-jî, Mahabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê. Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Muhammed, paşve kişand û di 16'ê Mijdara sala 1946'an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbeycanê bi destxistin û ber bi Mahabatê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17'ê Kanuna sal 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mahabatê hilweşand. Li Mahabatê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Muhammed wiha sond xwaribû; Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ezê têbikoşim. Qazî Muhammed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku Komara Mahabadê hatibû îlan kirin, di 31'ê Adara sala 1947'an de, hatin dardekirin.
Republik Mahabad | Republic of Mahabad | جمهوری مهاباد | République de Mahabad | Republiek Mahabad | Republic of Mahabad | Mahabadrepubliken
This article is licensed under the GNU Free Documentation License.
It uses material from the
"Komara Kurdistan a Mahabadê".
Home Page • arts • business • computers • games • health • hospitals • home • kids & teens • news • physicians • recreation• reference • regional • science • shopping • society • sports • world