article

Ebdurehman sherefkendi.jpg Mamosta Ebdurehman Şerefkendî (Mamosta Hejar, 1920-22.2.1990) nivîskar, wergêr û helbestvanekî kurd bû.

Mamosta Ebdurehman Şerefkendî li sala 1920ê de li bajarê Mehabadê de hate dinyayê Li gundê devr û bera Mehabadê û Bukanê li nav hicrê feqiyan da dersa dînî xand hêj icaze nevergirtibû babe vî ço ser rehmeta xudê û ev mecbûr bû dest li xandinê bikişîne û êtîmê babe xwe xweyî ke. Hêşta 17 salî bû ku dikeve ber mal û maldariyê. Ev jî bi rebenî û jariyê. Li Mehabadê dizevice lê hawjîna wî bi nexweşîna Tîfoyê dimre.

Ev ber hesreta dildara xwe Mehabadê cîde dihêle û diçe bajarê Bukanê.û li vê jinke din dixaze binavê Meisûm ku diya zarûkên viye.

Mamosta Hejar lavekî 20salî bû ku dest nivîsîna helbestan kir. Ev xandin û nivîsîna kurdî xwe fêr bû çonkû zarûtiyê de evîndarê Kurdistanê bû. Ev tew helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Vefayî, Hacî Qadirê Koyî û Xalemîn aşina dibe û ji helbestê van teisîrê digre û dest bi helbestê kilasîk dike û li 24saliya xwe de li Kurdistanê de meşhûr dibe.

Li 24saliya xwe de li bajêrê Seqizê de dikeve hebsê de.û dema li zindanê derdikeve direve û diçe Îraqê û tûşî derbideriyê dibe. Li şoreşa Mela Mostefayê nemir de hevkariyê dike.li devrana Şahîtiya Îraqê de dubare li tirsê polîsên Îraqê direve û diçe Sûryê û Lubnanê û Misrê du salan li Sûryê û Lubnanê dibe û jin û zarûkên vî jî diçine vir.

Piştî nigûn bûna şahîtiya Îraqê dizivire Kurdistana Başûrê.livê dimîne heta ku şoreşa Mela Mostefa şikistê dixo ev jî tev Barzaniya mala xwe cîde dihêle û berev Îranê tê û li bajarê Kerecê de dimîne û dest bi nivîsandinê dike. Heta sala 1990ê ku diçe ser dilowaniya xwe. Termê vî helbestvan û nûserê netevî li Mehabadê de dispêrine axê. Li mamosta Hejar 4 kur bi navê Şêrko, Agirî (Mostefa), Zagros û Xanî bi cî mane.

Ya gotinêye ku îro mocessima vî helbestvanê neteviye Kurd li zadgaha xwe mehabada serbilind da vekî nigehbanekî dayimî hinda dervazê vî bajêrî ravestaye.

Berhem


Berhemên vî 24 pirtûk in. Çend ji wan ev in:

  • Alekok
  • Vergêra MemoZîn bi soranî
  • Vergêra Şerefnamê bi kurdî
  • Dîwana helbesta Bu Kurdistan
  • Çarînekanî Xeyam (verger)
  • Henbane Borîne (ferheng)
  • Vergêra Quranê bi kurdî
  • Vergêra Qanûna Ebû Elî Sîna bi farsî
  • Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
  • Sifra bê biraneve (vergêra pirtûka Şerîetî)
  • Çêştî Micêvir( serbihoriya vî)

Girêdanên derve


Çavkanî: Seyid Feysel Moctevî | helbestvan

Hejar | Hejar | عبدالرحمن شرفکندی

 

This article is licensed under the GNU Free Documentation License. It uses material from the "Hejar".

Home Pageartsbusinesscomputersgameshealthhospitalshomekids & teensnewsphysiciansrecreationreferenceregionalscienceshoppingsocietysportsworld