article

Gilgameş Serhatiya miriniyê ya di Mîtolojiya Mezopotamya kevin de ye. Ev mîta Sumerî, ji aliyê sahristaniyên Akad, Babîl û Asûriyan ve jî hatiye nivîsîn û bawer kirin.

Şeweyekî berfereh ya vê serhatiyê (mîtê) di nivîseke Akadî de heye, ku ev nivîs ji pirtûkxaneya Assûrbanipal li Nînovayê ye. Gilgameş ku ji sê para didu xweda ye û ji sê para yek mirov e, li ser welatiyê xwe li Urûkê. Ji ber xwesteke mirovan xwedayan weke hêza ku li dijî wî be Enkîdû afirand. Enkîdû dehbeyek e ku laşê wî bi pirç e û bi lawiran re dijî. Piştî têkiliyên wî bi rahbikekê re, nêzîkî şêweyên jiyana şahristanî dibe, „dibe mirov“. Paşê Gilgameş wî vedixwîne şerekî, di vê pevçûnê de herdu jî bi ser nakevin û dibine hevalên hev û din. Paşê herdu bi hev re karên mêranî dikin. Herdu diçin Humbaba dikujin ku dehbeyekî çiyayên Zagrosî ye. Piştî ku herdu heval vedigerin Urûkê, Îştar xwedaya jin (di nivîsên beriya Akadê de navê wê weke „Înanna“ hatiye nivîsîn) ji Gilgameş dixwaze ku bibe mêrê wê, lê Gilgameş ev xwesteka wê bi pozbilindî bi paş ve vegerand. Îştara hêrs bûyî, „gayê ezmanî“ dişîne şerê wî, lê Gilgameş bi alîkariya Enkîdû wî gayî dikujin.

Xweda biryara kuştina Enkîdû didin ji ber ku tevil kuştina "Humbaba" û "gayê ezmanî“ dibe. Qedera Enkîdû dihêle ku Gilgameş ji rastiya mirinê haydar bibe û êdî dikeve ser gera li pey sirra jiyana bê dawî. Ew ji ava mirinê dibore, ji bo ku li „Utnapîştîm" bibîne ku wî bitene heya hingî bê mirinî peyda kiribû. Ew jê re basa giyayê bê miriniyê di binê deryayê de dike. Gilgameş bi kelekvanê Utnapîştîm re diçe û wî giyayî dibîne, lê beriya ku karibe ji giyê bixwe marek tê û giyayî direvîne (ji ber vê yekê mar dikare xwe ciwan bike, dema kirasê xwe diguhure). Paşê Gilgameş vedigere Urûkê û bajarê xweyî gelekî xweş nişanî kelekvanî dike.

Helbestvan Kawa Nemir ev kevntirîn dastana cîhanê wergerandiye zimanê kurdî.

Jêder


  • Willis, Roy; Mythen der Welt, Munix 1998
  • van Dijk, Jan; Sumerische Religion, in: Jes P., Asmussen und J.Laessoe (hrsg.): Handbuch der Religionsgeschichte, Bd. 1, Göttingen 1971, s.449
  • Gray, John; Mithologie des Nahen Ostens, Wiesbaden 1975

KesMîtolojî

Гилгамеш | Gilgamesh | Gilgamesh | Gilgamesch | Gilgamesh | Eposo pri Gilgamesx | Gilgamesh | Gilgamesh | גילגמש | Gilgamesharkviða Gilgamesh | 길가메시 서사시 ギルガメシュ叙事詩 | Gilgamesh | Gilgamesh | Epos o Gilgameszu | Gilgamesh | Гильгамеш | Gilgamesh | Gilgamesh

 

This article is licensed under the GNU Free Documentation License. It uses material from the "Gilgameş".

Home Pageartsbusinesscomputersgameshealthhospitalshomekids & teensnewsphysiciansrecreationreferenceregionalscienceshoppingsocietysportsworld