Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) di sala 1946 de hat nivîsandin. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre hat wergerandin bi kurmancî ye.
Ev helbest di sala 1946an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda (marşa) vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.
| Ey Reqîb
Ey reqîb, her mawe qewmî kurdziman
Nayşikênê danayî topî zeman
Kes nelê Kurd mirduwe,
Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê alakeman
Ême roley rengî sûr û şoriş în
Seyrîke xwênawîye rabirdûman
Ême roley Mîdya û Keyxusrew în
Dîniman e, ayîman her niştiman
Çend hezar lawanî kurdî nere şêr
Bûn be qurbanî, hemûyan nêjiran
Lawî êstaş hazir û amade ye
Canfîda ye, canfîda ye, canfîda
Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên neqşî eka tacî jîyan
| Ey Dijmin (wergera kurmancî)
Ey dijmin, her maye neteweyê kurdziman
Nikare bişkêne liba topa vî zemanî
Bila kes nebêje kurd mirî ye,
Kurd zindî ye Zîndî ye, qet nizim nabe alaya me.
Em kurd in rengê sor û şoreşê ne
Li serboriya me ya xwîndar binihêre.
Em kurên Mîdya û Keyxusrew in
Dînê me, ayîna me her nîştiman e
Çend hezar lawên kurd ên şêrdil
Bûn bi gorî (qurbanî), hemû hatin veşartin
Lawên wî niha jî hazir û amade ne
Canfîda ne, canfîda ne, canfîda
Lawê kurd rabûye ser pê wek mêrxasan
Çawa bi xwîn neqş dike taca jînê
| Ey Reqip (wergera dimilkî)
Ey reqip her mendo qewmê Kurd ziman
Nesikêno û nîno war bi topê zeman
Kes(Jo) nevajo Kurd mireno
Kurd jiyeno
Jiyena qet nêkona(nina war) ala Kurdan
Ma xorte Medya û Keyhusrevî
Dîn îman û ayîman her nistiman (dîn ê ma îmanê ma her Nistiman)
Dîn iman û ayiman Kurd û Kurdistan (dîn ê ma îmanê ma Kurd û Kurdistan)
Kes (jo) nevajo Kurd mireno
Kurd jiyeno
Jiyena qet nêkona ala Kurdan
Lacê Kurd wistowe zey seran
Ta bi guni nexs bik(er)o tacê cihan
Kes (jo) nevajo Kurd mireno
Kurd jiyeno
Çarnayox:Espar Alan
| Ey Reqîb bi rengê marş (kurmancî)
EY REQÎB
Ey reqîb her maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê topê zeman.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Em xortên rengê sor û şoreşin
Seyr bike xwîna tîya me da rijand.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Em xortên Medya û Keyxusrewin
Dîn îman û ayînman, her niştiman
Dîn îman ayînman, Kurd û Kurdîstan.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Lawê Kurd rabûye ser pê, wek şêran
Ta bixwîn nexşîn bike tacî jiyan.
Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.
Xortên nûh tev hazir û amade ne
Can fîda ne can fîda, her can fîda !
Lînkên derve
Kurdistan | Helbest | Sirûd
Ey Reqîb | Ey Reqîb | ای رقیب | Ey Reqîb | Ey Reqîb | Ey Rekip