Şane, perceya picuktirin e di organîzman da. Organizmen ku dijin, ji şanan cebune. Şane wer picuk in ku, mirov nikare wana bi cavan bibine. Tene bi alikariya mîkroskopeki ten ditin. Di bedena mirovan da bi milyaran şane hene. Wezife, reng u şiklen Şane yen organan cur be cur in. Mesela şaneyen kezeba reş bi renge qehwe ne u biçûk in. Rengen şaneyen birika u mejiye zer in u gelek dirêj in. Hemu tiştên ku ji bo jiyane pêwîst in, di şanan da çêdibin. Şane enerjiya xwe bixwe çêdikin. Di hindure şanan da hindek buyinen biçûk hene, ji wan ra dibêjin organel. Ew organel bi taybeti mitokondri, endoplasmatîk retîkulum, lîzozom, vakuol, sentrîol u rîbozom in. Enerji ji mitokondriya tên çêkirin. Li navşeya her şane dendikek heye. Dendike şane bi parzuneki bidor e. Di dendike şane da hemu enformasyonen genetika mirovan cih digrin. Li nav wan enformasyonanan da hindek ji bo wezife ve şane ne. Mirov dikare beje, jiyan bi xebata şanan va girêdayeye. Ger şane wezifen xwe neyinin şune, mirov dimire. Eger tene şaneyen organeki wezifen xwe nekin, ew organa naxebite an jî dimire.
Di kakute mirovan da 206 parce hestî hene. Sikle wan 206 hestiyan ji hev u din cur be cur in. Gor fonksiyona xwe, her hestiyek sikleki girtiye. Skelet ji seri, maripist, sing, qor u pilan pek hatiye.
Di serî da tene 20 hesti hene. 8 hestiyen serî mejuye diparezin. 12 hestiyen seri ji hestiye ru u deve mirovan pek hatiye. Di navbera hestiye cena jorin u cena jerin da livoka hestiye cene heye. Mirov dikare bi wan herdu hestiyan, bi alikariya masulkan tistan bucu u dve xwe bilivine. Singe mirovan ji maripista sîng, parxan u hestiye sing pekte. 12 parxanen mirovan hene. Wezifa parxanan parastina dil u pisike ye. Parxanen ku dighijin hestiye sing, hin nerm in u ji kirtik hatine cekirin.
Maripista mirovan ji 24 parce hestiyan pek hatiye. 7 ji wana li bere maripista histu, 12 li maripista sing, 5 li maripista navpiste, 5 li maripista runisteke u 3-5 maripista bocike hatine avakirin. Wezifa maripiste ji aliki ew e, ku mirova tik bigre, ji aliye din ji mejuye maripiste bipareze. Ger ku mejuye maripiste biske, dibe ku mirov sil (felc) bibe u nekare qoren xwe bileqine. Ji ber ku ew hestiye maripiste bi hevra bi alikariya bendan, temar u deziyan hatine giredan u mirov dikare xwe bilivine u xwe li ser aliye deste raste, li ser aliye deste cepe xarbike u histuye xwe bicerixine. Ew livinana bi alikariya masulkan u livokan ten cekirin.
Di hindure maripiste da mejuye maripiste cih digre. Ew ji meju destpedike u te heta dora hestiye maripista nivpiste ya duwemin.
Ji mejuye maripiste birik derdikevin u dicin bedena mirovan. Ew birikana emir ji meju digrin u dibin masulkan u organan. Ji ber wi emri masulke dikarin fonksiyonen xwe binin cih. Hengil ji bo tik mayina mirovan gelek girin e. Hestiye hengile, ruviya zirav (bimbar), ruviya stur (sincaq) u wan organen ku di zike mirovan da hene, dipareze u wan dui sune da dihele. Ji aliye din da ji hengil, ji bo revacuna mirovan gelek giring e. Cava te zanin, kulimeka mirovan di navbere hestiye hengile u hestiye qora jorin da cih digre. Hestiye hengil bi temar, band u deziyan bi hestiye qora jorin u bi maripiste ra hatiye giredan.
Pile mirovan ji hestiye pile jorin, hestiyen pile jerin u ji dest pekte. Ew bi livoka pil (navbera girika pil u hestiye berike) bi hestiye beroke ra, bi alikariya deziya hev u din va hatine giredan. Ji we livoke ra dibejin livoka gilor, ji ber ku mirov dikare we livoke li her ali da bicerixine. Pile jorin bi livoka eniske, bi bask ra (pile jerin) hatiye giredan. Bask ji du hestiyan pekte: Hestiye baske palind (Zende stur) u hestiye baske zirav (Zende zirav). Bask bi livoka zendike bi dest ra hatiye giredan.
Zendik ji 8 hestiye picuk pekte. Ew hestiyana, bi deziyan bi hev va hatine giredan. Dawiya zendik, 5 hestiyen dest ten. Ew hestiyana, bi livoka, masulkan u deziyan bi hestiye tiliyan va hatine giredan. Her tiliyek mirovan bi 3 hestiyan pek te. Ji wan ra dibejin xaxik. Ew bi livokan u deziyan bi hev va hatine giredan.
Qore mirovan weki pil u destan hatine cekirin. Hestiye qora jorin, bi livoka kulemeke bi hengile ra hatiye giredan. Bi livoka juni ji bi binqore ra (cipike) hatiye giredan. Livoka juni ra hin helan qomik ji te gotin. Li ser livoka juni hestiye qomike (sercok) heye.
Binqor ji du hestiyan pekte. Wan ra, hestiye binqora qalind u hestiye binqora zirav te gotin. Ew hestiyana bi livoka ling ra hatine giredan. Di livoka ling da ji, weki livoka desta (zendik) 8 hesti hene. Ew ji bi hevra hatine giredan. Hestiye mezin, hestiye paniye ye.
Du livoka lingan 5 hestiye ling ten. Ew hestiyana bi livoka bi hestiye becikan ra hatine giredan. her pecike mirovan ji 3 hestiya pek te. Ji wan ra dibejin xaxike lingan. Ew ji bi hevra, bi livokan u deziyan hatine giredan.
Gireya hestiye seri suna kirtikan e. Di sere zarokan da, li salen jiyanen pesin, hindik hesti hene. Ji ber ku mejuye zarokan he nu mezin dibe. Eger seri bi temami ji hesti be, meju nikare mezinbe, ji ber ku suna mezinbune tune. Ji ber ve yeke ji, navbera hestiye seri bi kirtike te girtin. Ji ve ra sille an ji nermik te gotin. Kengi zarok mezin bun, ketin sal 2'yan, ew kirtikana hedi hedi dibin hesti. Temami ses sune usa di sere mirovan da hen. Kirtika mezin, di nav hestiye seri da, li ale pesiye seri da ye (bi zimane latini: Fontanela).
Sîstema hezmê, ji organen ku ji bo hezmkirina xwarinan u verxwarinan berpirsiyar in, pekte. Bi taybeti sistema hezme ji dev destpedike. Di dev da ziman, diran u di gewriya me da ji qirik, perceye we sisteme ne. Qirik ber bi jer dice u digheje mide (asik). Mide di zike mirovan da cih digre. Mide derbasi rûviya zirav dibe. Aven ku li pankreas u kezeba reş cedibin, dighejin ruviya zirav u li vir dicin sistema hezme yen mayin. Ruviya zirav derbasi rûviya stûr dibe. Rûviyaq stûr te u digiheje zutike (Anus).
Ji bo zêdetir agahî biçe: Sîstema hezmê
خلية | Клетка | কোষ (জীববিজ্ঞান) | Cèl·lula | Buňka | Cell | Celle (biologi) | Zelle (Biologie) | Κύτταρο | Cell (biology) | Biologia ĉelo | Célula | Rakk | یاخته | Solu | Cellule (biologie) | Célula | תא | Stanica | Sejt | Sel (Biologi) | Celulo | Fruma | Cellula | 細胞 | 세포 | Cellula | Ląstelė | Клетка | Sel | Cel (biologie) | Celle | Celle | Komórka (biologia) | Célula | Клетка | Cell | Bunka (biológia) | Celica | Ћелија (биологија) | Sél (biologi) | Cell | கலம் | เซลล์ (ชีววิทยา) | Hücre | Клітина (біологія) | خلیہ | Tế bào | 细胞 | Sè-pau